Rêberê olî yê Îranê Alî Xamineyî roja Şemiyê di hesaba xwe ya X’ê de got ku “Filistîn ji bo me mijareke sereke ye, û serketina Filîstînê tiştek diyare ye.”
Di heman demê de, televîzyona Îranî ragihand, ku rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî roja Şemiyê li Tehranê bi rêberê demkî yê Hemasê Xelîl el-Heye û du rêberên din yên Hemasê re hevdîtin kir.
Xamineyî ji rayedarên Hemasê re got “We rejîma siyonîst têk bir.”
Kanalê got ku rêberên filistînî ji bo pîrozkirina salvegera Şoreşa Îslamî ya Îranê ya sala 1979`an li Têhranê li cem Xamineyî bûn. Wan spasiya Îranê ji bo piştgiriyê kir.
Şanda Hemasê ku ji serokê encûmena Hemasê Mihemed Derwîş û berpirsê pilebilind ê Hemasê Nizar Awazullah pêk dihat, raporek li ser rewşa niha ya Gaza û Kenara Rojava pêşkêşî Xamineyî kir.
Televîzyona dewleta Îranê ragihand, ku Xelîl El-Heye ji Xamineyî re gotîye, "Em îro bi we serbilind in ku em werin dîtina we."
Xamineyî got, "Gefên Amerîkayê yên li dijî Îranê tu bandorê li ramana gelê me nake."
Çavkanî: X/ Reuters
Xamineyî Pêşwazîyê li Rêberên Payebilind Yên Hemasê Dike
