Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xamineyî: Siberoja Îranê bi Danûstandinên Peymana Navokî Nayê Girêdan


Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî
Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî

Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî, doh Sêşemê ragihand ku nabe ku siberoja welatê wî bi serketin yan têkçûna danûstandinên navokî bi hêzên cîhanî re werê girêdan, medyaya fermî ya Îranê ragihand.

Ayetullah Alî Xameneyî, hevdem dîyar kir ku danûstandinên bo vejandina peymana navokî ya 2015`an 'baş pêşve diçin.'

Televîzyona dewletê ragihand ku Xamineyî di civîna karbidestên payebilind yên Îranî de gotiye ku di plansazkirina welat de, li benda encamên danûstandinên navokî nemînin û pêş ve biçin.

"Nehêlin ku danûstandin karê we asteng bike, ger bigehije encamên erênî, nîv-erênî yan neyînî, " Xamineyî gotiye.

Ayetullah Alî Xameneyî, xwedîyê ser hemû mijarên dewleta Îranê xwedîyê gotina dawî ye, ev daxuyanîya doh da, piştî zedetirî salek ji danûstandinên nerasterast yên di navbera Îran û Amerîka de.

Her du welat hevdu jiber tunebûna "vîyana sîyasî" ya bo çareserîya pirsgirêkên mayî yên danûstandinên navokî tawanbar dikin.

Serokê wê demê yê Donald Trump, di 2018'an de Amerîka ji peymana navokî vekişand û dijî Îranê toleyên nû yên tund ragihand ku aborîya wê wêran kir.

Îranê saleke şûnda, dest bi binpêkirina pîvanên peymana navokî kir û xebatên xwe yên bo çêkirina çeka atomî xurt kir.

Îran dibêje bernameya wê ya navokî tenê bo armancên aştiyane ye.

"Amerîka sozên xwe bi derketina ji peymanê xwar û niha ew gehiştine qonaxeke rê girtî ku Îran ne di rewşeke wiha de ye," Xamineyî got.

Xamineyî bi berdewamî bang li danûstandinerên navokî yên Îranê kir ku "berxwedana xwe ya li hember daxwazên zêde yên Amerîka" bidomînin.

XS
SM
MD
LG