Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Xan Şêxûnê Careke Din Êrîşên Esmanî li Dar Dikevin


Xan Şêxûn
Xan Şêxûn

Reuters’ê ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) û jêderên ji herêma serhildayan da zanîn ku îro Înê li Xan Şêxûnê, ku li wir êrîşa kîmyayî pêk hatibû, careke din êrîşên esmanî li dar ketin.

SOHR’ê da zanîn ku firokên hikûmeta Sûrîyê yan jî yên Rûsya, berî nîvro, li Xan Şêxûn ya Îdlibê êrîşên esmanî li dar xistin.

Ne Artêşa Sûrîyê ne jî Wezareta Berevanî ya Rûsya, ser êrîşên esmanî yên îro ti daxuyanî nedan.

SOHR û jêderên herêmî derbarê hejmara kuştî yan birîndaran tiştek negotin.

Amerîka îro Înê bo bersîvdana êrîşa kîmyayî ya li Xan Şêxûn, bi dehan êrîşên muşekî li hember firîngeha leşkerî ya Humsê li dar xistin.

XS
SM
MD
LG