Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gef li Gundên Kurdan li Kerkuk û Diyal Tên Kirin


Xaneqin

Grûbên çekdar yên ku hêzên Îraqê wan weke bermayên çekdarên DAIŞê dibînin, û Kurdên xwecihên herêmên Kerkuk û Diyala dibêjin, ajêndayek siyasî li pişt bikar anîna wan çekdaran heye. Xwecihên kurd yên gundên dewrûberên Kerkuk û Diyala rastî gefan tên.

Heta niha gelek kes ji kurdên xwecih yên hin gundên Kerkuk û Diyala hatine kuştin, revandin û tehdîd kirin, armanc jê ewe da ku ciyê bav û kalên xwe bicî bihên û wan gundan çol bikin.

Ziyad Kakeyî ku kesatiyekê Kakeyî yê gundên dewrûberên başûrê Kerkukê ye dibêje, gundên Kurdan gefên cidî li ser wan hene, nêzîke her hemû warên xwe bi cî bihêlin û ji wan herêman birevin"Niha du gund ku xwecihên wê her hemû Kurdên Kakeyî ne, kesek tê de nemye û hatine çol kirin".

Herwiha li gunên Nêzîk Xaneqîn peqîn pêk hatin xelkê sivîl yê wan gundan Armanc hatin girtin, Hesen Cîhad nûnerê herêma Xaneqîn di Parlemena Îraqê de weha dibîne ku dibe ajêndayek siyasî li pişt wan bûyeran hebe û dixwazin Kurd li wan herêman nemînin û dibêje"Peqînên ku vê hefteyê û hefteya din li ser rêya Xaneqîn Sadîye pêkhat bûn, sedema wan ewe xelkê gundan ciyên xwe bihêlin û bêne nav bajaran û boşhiyek ewlekariyê heye li Xaneqîn heye".

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG