Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Sînorên Qeza Xaneqîn Êrîşên Xwe Zêde Dike


Herêma Şêrik li Qeza Xaneqîn
Herêma Şêrik li Qeza Xaneqîn

Êrîşên çekdarên DAIŞê bo ser herêma Şêrik li rojavayê qeza Xaneqîn li parêzgeha Diyala tên dom kirin, rewşa ewlehiyê li herêmê bi temamî têkçûye.

Kêm şev hene ku DAIŞ li herêma Xaneqîn êrîşan pêk neyîne, berpirsên ewlehiyê nêrînên cûda hene derbarê kanê çima ew herêm bûye armanca DAIŞê?

Herêma Şêrik, dikeve di navbera qeza Xaneqîn, nahiya Celewla û Kolecû ku ji hejmarek gundan pêk tê, hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiya Îraqê jî li wê herêmê hene. Lê jiber ku ew herêmek bi darûbar û daristane û ji gelî û nihalan pêk tê, ev dibe alîkar jibo ku çekdarên DAIŞê bikarin êrîşan encam bidin.

Cewad Dawodî, ji encûmena gundê Şêrikê gote Dengê Amerîka "DAIŞ dixwaze xwecihên li herêmê nemînin û herêm bihê vala kirin, jibo bikare bi rihetî liv û tevgerên xwe li herêmê bimeşîne û bi rihetî ji bilindahiyên Hemrîn derbasî Xaneqîn bibin".

Di çend şevên borî da DAIŞê li herêma Şêrik êrîş pêkanîn, 2 kamyonên barî şewitandine û 4 kes jî gulebaran kirine, li şeva derbazbûyî, êrîş pêkanî, 2 endamên Heşda Şaabî kuştin û 3 leşkerên Îraqê birîndar kirin.

Zêdebûna êrîşên DAIŞê li Şêrik bo çend sedeman vedigere, ji derveyî rewşa heyî bo çekdarên DAIŞê dikarin xwe bigehînin bazarê gundê Qela ku berpirsên ewlkariyê dibêjin, DAIŞ li wî bazarî bi rihetî pêdiviyên xwe bidest dixe û tiştê bixwazin bidest dikeve.

Li gor berpirsên ewlakriyê herêma Şêrik dîsan bûye herêma qaçaxçiyan, karên qaçaxî di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgeha Diyala da li herêmê tê dîtin, barhilgir yên ku bi qaçaxê tiştan derbaz dikin, hin pere didin hêzên Îraqê û hin berpirsên Kurd û derbasî wê herêmê dibin, lê DAIŞ wan dike aramnc, berî çend şevan DAIŞê 2 kamyonên barhilgir li ser wê rê şewitandin û herdu ajovan jî kuştin.

Berpirsê Asayişa Kolacû, efser Şamal Abdurahman gote Dengê Amerîka"Bi şev kamyonên barhilgir naxwazin di xala ewlekariya ya Xaneqîn ra derbaz bibin, ew xwe didin herêma Şêrik".

Hejmarek gundên herêma Şêrik hene, bi şev hêzên ewlekariya Îraqê ji bingehên xwe dernakevin û hatinû çûn namîne, îcar ev dibe rewşek baş ku DAIŞ derkev û çalakiyan enam bide.

Raporta Dilşad Enwer - Kerkuk 29 08 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG