Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran bi Yekdengî Dîyar Dike ku Berpirsê Kuştina Xaşiqcî, Mihemed Bîn Salman E


Civata Senatoran ya Amerîka bernivîsa ku dîyar dike ku berpirsê kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman e, bi yekdengî pejirand.

Serokê Peywendîyên Derve yên Civata Senatoran Bob Corker, biryara ku Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman wek berpirsê kuştina Cemal Xaşiqcî dibîne pêşkeşî Civata Giştî ya Senatoran kiribû.

‘’Bi yekdengî hat gotin ku berpirsê kuştina Cemal Xaşiqcî, Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman e. Ew peyameke girîng e. Deng li nirxên me yên ku em ji kûr ve pê girêdayîne dike’’ Bob Corker got.

Biryara Civata Senatoran ne girêdar e, lê wek peyameke sembolîk ya bo Qesira Sipî tê dîtin.

XS
SM
MD
LG