Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ser Hindabûna Cemal Xaşiqcî, Dîmenên 15 Saudîyên Ketine Tirkîyê Hatin Weşandin


Dîmen û wêneyên 15 hemwelatîyên Erebîstana Saudî, ku tê îdia kirin ku di hindabûna rojnamevan Cemal Xaşiqcî de tilîya wan heye, hat belav kirin.

Xaqşicî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Medya Tirk ragihand ku 15 Saudî bi du firokên taybet ji Rîyadê hatine Firîngeha Ataturk ya Stenbolê.

Li gor medya Tirk, 9 Saudî piştî kontrolên li firîngehê berê bi maşîneyan derbazî otelê dibin û dûre diçin konsulxaneyê.

Saudîyên ku tê îdia kirin tilîya wan di hindabûna Xaşiqcî de heye, di heman rojê de ji Tirkîyê derdikevin.

MEB_10_10_2018_Qasikci
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:47 0:00

XS
SM
MD
LG