Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurê Cemal Xaşiqcî Tevî Malbata Xwe ji Erebîstana Saudî Derbazî Amerîka Bû


Kurê rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, Salah Xaşiqcî tevî malbata xwe ji Erebîstana Saudî derbazî Amerîka bû.

Erebîstana Saudî jiber rexneyên Cemal Xaşiqcî yên dijî hikûmetê nedihişt ku Salah Xaşiqcî ji welêt derkeve.

Roja Sêşemê, Salah Xaşiqcî û Qral Salman bîn Abdulazîz û Prensê Cîgir Muhammed bîn Salman bo sersaxîyê hevdîtinek pêk anîbûn.

Cemal Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin û piştre Rîyadê ragihandibû ku Xaşiqcî di konsulxaneyê hatiye kuştin.

Dozgerê Saudî dîyar kiribû ku kuştina Xaşiqcî plankirî ye.

XS
SM
MD
LG