Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xebatkarên Saxlemîyê li Wanê Xwepêşandan Pêk Anî


xebatkarên saxlemîyê li Wanê
xebatkarên saxlemîyê li Wanê

Sazîyên sîvîl yên saxlemîyê bi diruşma “Em bi hêrs in; jiber ku em xilas dibin, jiber ku em dimirin” li hejmarek bajêrên Tirkîyê bi xwepêşandan û press konferansa bertekên xwe anîn ziman.

Li bajarê Wanê jî hejmarek sazîyên sîvîl xwastin liber avahîya Rêvebirîya Saxlemîyê ya Wanê xwepêşandanekê li dar bixin.

Lê hêzên ewlekarîyê bîryara qedexeya Walîtîya Wanê nîşan dan û tenê destûr dan ku sazîyên sîvîl bo qurbanîyên COVID-19 rêz bigirin û qirnefîlan daynin.

Piştî çalakîyê li avahîya Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) pres konferas hat li darxistin.

Serokê Odeya Doxtoran yê Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç dibêje ku tedbîren hember vîrusa korona hatine wergirtin kêm in.

“Em wek sazîyên sîvîl ên saxlemîyê di serî de jibo saxlemîya tevhîya rûnişvanên Tirkîyê û xebat karên saxlemîyê hişyarî da, lê hikûmeta Tirkîyê li gor berjewendîyên xwe yên sîyasî û aborî tevgerîya.”

Dr. Yavîç got ku divê hikûmeta Tirkîyê ne li gorî rewşa sîyasî û aborî tevbigere, divê li gor agahîyên zanîstî tedbîrên hemerî belavbûna vîrusa korona ragihîne.

Li gor Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) heya niha li Wanê 6, li tevahîya welat ji 310 xebatkarên saxlemîyê jiber COVID-19 canê xwe ji dest daye.

AA_30_12_20_Xebatkarên Saxlemîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG