Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mexmûrî: Pirsgirêka Deverên Veqetîyayî Bitenê bi Şer Çareser Dibe


Di demekê de ku kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê berdewam in, rêberê partîyeke Kurdî dibêje ku bitenê şer kêşeya “deverên veqetî” çareser dike.

Xefûr Mexmûrî, sekretêrê giştî yê Yekîtîya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê, dibêje ku “deverên veqetîyayî bitenê û bitenê bi şer vedigerin ser Kurdistanê.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Mexmûrî got ku desthilatdarên Îraq qebul nakin ku ew dever bi rêyên qanûnî vegerin ser Kurdistanê.

Birêz Mexmûrî herwiha got, “ez tu caran piştgîrîya şerî nakim. Nuha dem dema dîyalogê ye, ne dema şerî ye. Lê belê desthilatdarên Ereb te neçar dikin ku bi şer deverên veqetîyayî kontrol bikî.”

Sekretêrê YNDK herwiha got, “gelê Kurdistanê herdem şer kirîye da ku şer nemîne û eger şer jî çêbibe jibo hindê ye ku şer û kêşe nemînin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG