Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelîl Hemsork: Hunerê Ez ji Tirsê Rizgar Kirim


Bjarê Reqa berî ku wîran bibe û têkeve jêrî destê DAIŞê, nimûnak rengîn bû ji jiyana hevbeşî ya li Sûriyê, ku hemû çalakiyên wê hevş bûn û bi taybetî çalkiyên rewşenbîrî û hunerî. Hunermend Xelîl Hemsork yek ji kesayetên wî bajrî bû ku mil bi mil re li gel hunermend û rewwşenbîrên Reqayê çalakî li dar dixistin.

Xelîl bi xwe ji Kobanî ye lê belê ew li bajarê Reqayê mezin bû û xortaniya xwe lê buhirt.

Di 17 saliya xwe de Xelîl hate girtin bi tewanê girêdana wî bi partiya komenist ya rikeberî rêjîma Baat û 7 salan di zindanê de derbas kir.

Ji zaroktiya xwe guhdan bi hunerê dikir, lê belê wî di zindanê de karîbû vê behreya xwe lipêş bixe û dest bi teknîka Şewata Ser Text bike.

Xelîl li bajarê Reqa stûdiya xwe ya hunerî vekiri bi hunermend Mihemed Ugla re û bi rewşenbîr Taha Taha re karîbûn festîvala salane li Reqyê damezrîbin, ku her sal bi dehan hunermend, rewşenbîr, nivîskar û mûzîkjen ji seranserî Sûriyê bînin ba hev.

Xelîl guhdanek mezin bi zarokên xwedî pêwîstiyên Taybet kiriye.

Nuha ew li Frensa dijî li bajarê Leyon tevî malbata xwe û li wir dest bi çalkiyên xwe kirye bi hêviya ku karibe hunera xwe bigihîne astên bilindtir û bi xelkê bide naskirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:16 0:00

XS
SM
MD
LG