Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xenî Mîrzo: Huner Dikare Derûnê Penaberan Aram û Xweştir Bike


Her sal di 20ê meha Hezîranê de li seranserî welatên cîhanê ev roj bûye Roja Cîhanî ya Penabaran, da ku ev kêşeya mirovatî bibîr bê û alîkarî ji penaberan re bê kirin.

Hunermendê kurd Xenî Mîroz ku ji berî 30 salî ve li Berşelona -Ispaniya dijî, xwest ku bi rêka muzîk û hunerê alîkariya penaberan bike û ji berî 3 salna navenda xwe ya bi navê Mîroz Muzîk li gundê Xane Sorê ya li Şengalê vekir da ku alîkariya zarokên kurdên êzidî bike û derûnîya wan baş bike piştî rizgarkirina wan ji destê DAIŞê.

Xenî amîrên muzîkê kom dike û her carê wan dibe kampên penabaran li herêma kurdistanê, û li ser zarokan belav dike û piştevaniya wan dike da ku behreya wan ya hunerî bi pêş de here.

Xenî di wê baweriyê de ye ku, ne tenê alîkariyên mirovahî dikarin penabarn rizgar û dilrihet bikin, lê ew dibêje ku huner û perwerde dikare alîkariyek din bide ku rewşa penabran ya derûnî baş bike û paşeroja wan zelaltir bike.

Çend pirojên di vê mijarê de di nav destê wî de hene, yek ji wan ku belgefiliman li ser penabaran çêbike lê di warê hunerî de, ya din jî çalakiyên hunerî li wan kampan çêbike û berhemên zarokên penaber bide firotin da ku bibe alîkarîyek madî ji wan re.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:39 0:00


XS
SM
MD
LG