Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Çînî 11 "Terorîst" Kuştin


Polîsên Çînî li herêma Sîncan teqe li 8 mîlîtanên berguman kirin û ew kuştin.

Pekîn dibêje, ew 8 kes endamên tevgereke cudaxwaz ya Îslamî bûn.

Ajansa Xinhua ya fermî îro Înê ragihand ku 3 mîlîtanên din jî li herêma Wushi bi bombeyên xwe yên xwekujî hatine kuştin.

Li gor Xinhua, bûyer qewimî dema “terorîst” bi motosaykil û otomobîlên xwe êrîşî ekîbeke polîsan kir.

Raport herwiha îdîa kir ku di destê mîlîtanan de gaza LNG hebû ku dixwestin otomobîlên xwe bi wê bipeqînin.

Car caran pevçûnên wiha di navbera hêzên ewlekarî û Misilmanên Uygur diqewimin.

Uygurî gilî li hikûmeta Pekînê dikin ku zext û giwaştina olî û kulturî li ser wan dike.

Hikûmeta Çînê dibêje, Tevgera Îslamî ya Tirkistana Rojhilat ew êrîş kiriye û ew rêxistin ji alîyê tundreyên bîyanî tê destek kirin.
XS
SM
MD
LG