Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirvatistan Piştî Fransa Fînalîsta Din ya Kupaya Cîhanî Ye


Di Kupaya Cîhanî ya Futbolê ya 2018’an de Xirvatistanê Brîtanya bi skora 2-1 têk bir û rabû fînalê.

90 deqîqeyên maça Xirvatistan û Brîtanya bi skora 1-1 bi dawî bû û di deqîqeya 109’an ya dema dirêjkirî de, Xirvatistan bi gola Mario Mandzukic ket pêşîyê û maç wisa bi dawî bû.

Xirvatistan di dîroka xwe de cara yekê rabû fînalê.

Fransa û Xirvatistan dê di 15’ê Tîrmehê de bo sitandina kupaya cîhanî bilîzin.

Di Kupaya Cîhanî 1998’an de, Xirvatistan piştî têkçûna li hember Fransayê, bûbû sêyem û Fransa jî di fînalê de bi ser ketibû û bûbû şampîyon.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG