Mala Êzîdîyan li bajarê Helebê bi bûneya Cejna Xizir Îlyas şahîyeke pîrozbahîyê li taxa Kurdan Şêxmeqsûd pêk anî. Cejna Xizir Îlyas ku girêdayî xwezayê ye, navê xwe ji Xwedawendên Keskayî û Baranê standiye, ew dikeve Pêncşema yekê ji meha Şibatê li gor salnameya rojhilatî ya cotkaran. Ev cejin herwiha weke cejna mirazan jî tê zanîn, bawermendên Êzîdî xwarineke taybet ku navê wê bêxwîn e û ji 7 teneyan pêk tê amade dikin, wê dixwin û mirazên xwe jî vedişêrin.