Li gorî pêzanînên desteya statistic û amaran ya girêdayî wezareta Plandananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêjeya bêkariyê li herêmê bi giştî 12% û li parêzgeha Duhok gehiştîye 8,3%.
Herêma Kurdistanê bi herêmeke ku civaka wê genc tê naskirin jiber ku bi rêjeya 69,2% jiyê rûniştvanên wê di navbera 16-34 saliyê dane.
Her salê bi sedan xort û ciwan ji herdû regezan ji zanîngeh û peymangeha xwendina xwe bidawî dikin û dibin xwedî bawername di warên cûda de, lê kar bidest wan nakeve. Pispor gilî û gazindan dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê planek sergirtî nîne jibo damezrandin û wezîfedar kirina wan xort û ciwanên xwedî bawername û dîtina delîvên karî jibo wan.
Li gorî pisporan, bêkarî û nebûna derfetên karkirinê sedema sereke ya koçberîya xort û lawan e, bo derveyî welat ji herêmê bi giştî û ji parêzgeha Duhok bi taybetî.
Xort û Ciwan sedemên bêkarî û nebûna delîvên karkirinê vedigerînin bo van sedema; nebûna planek rêxistî bo wezîfedar kirina xort û lawan ji aliyê hikûmeta Herêmê ve, hebûna kirîzên aborî yên domdar, bawer bixwe nebûn ji aliyê rêjeke bilind ya xort û lawan.
Gelek sazî û navendên genc û lawan hatîne vekirin jibo dîtina perwerdê û da ku fêrî hind kar û pîşeyan bibin û bizanin kanê dê çawan bikarin kar bikin yan jî karekî ji xwe re bibînin.
Berpirsê Navenda Xort û Lawan li Duhokê Rêving Şêxkî derbarê nebûna delîvên karî û xebatên wan bo piştevaniya xortan û dîtina delîvên karî gote Dengê Amerîka "Me konfiransek taybet li ser nebûna delîvên karî bo genc û lawan encam da. Em gehiştîn hind encaman ku hebûna kirêkarên biyanî û newergirtina bacê li ser kompanî û karkerên biyanî sedemên serekîne ku genc û lawên me bê kar dimînin."
Li gor data û belgeyên rêxistinên koçebr û penaberan li parêzgeha Duhok 630,000 koçber û penaber hene û pirraniya wan li kampan dijîn, rê bi wan hatîye dan ku dikarin ji kampan derkevin û karî ji xwe re peyda bikin.
Ev jî arêşeke, dibe rêgir ku xort û lawên Duhok bikarin bi sanahî delîvên karî bibînin, jiber ku ew karkerên li kampa dijîn bi destheq û bihayek erzantir kar dikin.