Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilxwazên Kurd Û Heşda Şaabî li Xurmatû Hevdu Topbaran Dikin


Çekdarên dilxwaz yên Kurd ji Çîyayê Xare li qeza Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahedîn bi topên hawenan êrîşî hêzên Heşda Şaabî kirin.

Herwiha firokên artêşa Îraqê jî gundên li bakurê nehîya Newcol, ku rûniştvanên wan Kurd in, bombebaran dikin.

Alî Husên, berdevkê Heşda Şaabî li enîya bakurê Îraqê çekdarên dilxwaz yên Kurd wek "rêgir" binav kirin û got ku ew berdewam navenda Xurmatû topbaran dikin.

"Me daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku hêzên xwe bişîne û bakurê Xurmatû ji wan çekdaran paqij bike, jiber ku hem sîvîlên nav Xurmatû, hem xwecîhên Kurd yên li gundên dewrûber zararê ji van êrîşan dibînin," Husên got.

Yek ji çekdarên dilxwazê Kurd jî bal dikşîne ku mal û hebûnên wan li Xurmatû ji alîyê Heşda Şaabî ve hatine talan kirin, şewitandin û peqandin, loma ew bêdeng namînin.

"Du helîkopterên Îraqî gundên Kurdan bombebaran kirine, lê hêşta zîyanên wê bombebaranê ne dîyar in," rêvebirê nahîya Newcol Dilêr Abdullah dibêje.

Abdullah herweha îdia dike ku Heşda Şaabî hêzên xwe ber bi gundên Kurd yên Newcol şandine.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji 16ê Cotmehê vir ve pêvajoyek nû li Xurmatû destpê kiriye û Kurd, Heşda Tirkmenî bi şewitandin û talankirina mal û serwetê wan tawanbar dikin.

Raporta Dilşad Enwer ji Kerkuk
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00

XS
SM
MD
LG