Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xurmatû Tê Topbaran Kirin, Kurd Û Heşd Hevdu Tawanbar Dikin


Arşîv: Yekîneyên Heşda Şaabî li herêma Hawîje October 4, 2017.

Serê sibeya roja Duşemê, navenda bajarokê qeza Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahedîn"Tikrît" bi hawenan hat topbaran kirin.

Heşda Şaabî çekdarên Kurd yên dilxwaz, bi topbaranê tawanbar dikin, ji aliyê xwe ve, Kurd jî dibêjin, çekdarên di nava Heşda Şaabî de van çalakiyan encam didin.

Alî Husênî, peyvdarê Heşda Şaabî li Bakurê Îraqê gote Dengê Amerîka"îro, ji pişt çiyayê Hencîre ku, çekdarên Kurd li wir dimînin, nêzîkî 19 topên hawen arastey navenda bajarê Xurmatû kirine, 6 kes birîndar bûne". Peyvdar herwiha dibêje "piştî ketina hawenan, Heşda Şaabî herêma çiyayê Hencîre topbaran kirîye, herwiha firokên helicopter jî çekdarên Kurd bombebaran kirine".

Mihemed Fayeq berpirsê ragihandina Qaymeqamîya Xurmatû gotiye, topên hawen ji gundê Yengîce yê li rojhilatê Xurmatû hatine avêtin û hêzên Heşda Şaabî li wê herêmê dimînin.

Fayeq gotiye "Hikûmeta Îraqê biryar daye hêzên Heşda Şaabî ji Xurmatû derkevin, leşkerê Îraqê dê ciyê wan bigire, Heşd dixwaze bi vî awayî dawiyê li plana hikûmetê bîne".

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00

XS
SM
MD
LG