Sibeya Çarşemê hêzên Îraqê operasyonek berfireh li çiyayê "Xare" li herêma Bakurê Rojhilatê qeza Xurmatû daye destpêkirin, armanca operasyonê kontrol kirina herêmên di dest bermayên çekdarên DAIŞ'ê de mane yên ku, bi hêza "Ala Spî" hatine naskirin.
Alî Husên peyvdarê hêzên Heşda Şaabî li enya Bakurê Îraqê got, "operasyona me berdewame, heta nihe me 46 bombên çandî teqandine û 200 jî hatien pûçkirin".
Husên dibêje, heta nihe pevçûnên raste rast ligel çekdarên "Ala Spî" ne qewimîne, du çekdarên me ji sedema bombeyan birîndar bûne, û dibe çekdarên Ala Spî yan xwe veşart bin, yan jî, li herêmê nema bin".
Alî Husên dîsan got "Em gihane armanca xwe, herwiha me çekdarên dilxwaz ji herêmê derkirin, bi taybet yên ku, bi hawenan qeza Xurmatû topbaran dikir".
Li gur pêzanînên bidest Dengê Amerîka ketine, armancek din ya hêzên Heşda Şaabî ji operasiyonê Çarşemê hebû, ew jî kontrol kirina gundên li herêma nêzîk çiyayê "Xare" ku xwecihên wan gundan kurd in û dihat gotin ku çekdarên Kurd li wê herêmê hebûn û bi çekdarên "Xwebexş – Dilxaz" tên naskirin.
Mam Wehab fermandarekî hêzên Pêşmerge li nêzîk Xurmatû got "her çende Heşda Şaabî hêza xwe anîne gundên Kurdan li herêmê, lê Pêşmerge jî li herêmê hene û venekişîne, û hevkarî di navbera wan û Heşda Şaabî de heye". Wehab dîsan dibêje"Heşda Şaabî soz daye piştî bidawî hatina operasyonê hêzên xwe ji herêmê vekişînin".