Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendekarên Efrînî yên Derbider Ezmûnên Dawiya Salê Encam Didin


Xwendekarên Efrînî di Ezmûnên dawîya salê da li penageha Şehba
Xwendekarên Efrînî di Ezmûnên dawîya salê da li penageha Şehba

Xwendekarên Efrînî ku li penageha Şehba derbider in û fêrbûna xwe bi zimanê zikmakî dibînin, di roja Zimanê Kurdî de dest bi ezmûnên dawîya salê kirin.

Li 67 dibistanan, nêzî 15 hezar xwendekarên her sê qonaxên seretayî, navîn û amadehî, derbaz ezmûnan dibin.

Hevseroka desteya perwerdeyê Bêrîvan Xelîl dîyar kir ku îsal rêbazeke nû jibo nirxandina xwendekaran tê bikar anîn.

“Me xwest ku asta xwendekaran ne tenê bi pileya ezmûna dawîya salê were dest nîşan kirin, lê hemû çalakî û teşeya wan di nava salê de berçav tê girtin û nirxandin bi giştî tê kirin”.

Xelîl dîyar kir ku hewlên wan jibo çareserkirina pirisgirêkên heyî ta radeyekê serkeftî bûn, “Îsal 800 mamoste hatin hazir kirin û dibistan jî hatin sererast kirin, herwiha pirtûk û alavên fêrkirinê weke wêne û nexşe jî peyda kirin, ku di encamê de pêvajoya xwendinê li penageha Şehba îsal ji salên çûyî baştir bû”.

Herwiha Xelîl got ku tevî hemû keda wan ya çareserkirina alozîyan lê hîn astengî li hember wan hene, ew jî girêdayî dorpêçê û rewşa ne aram ya deverê ye.

“Jiber topbaran û êrîşên artêşa Tirk û komên çekdar pir caran pêvajoya xwendinê li gelek gundên nêzî enîyên şer radiweste, ku îro ezmûn in û dîsa topbaran çêbû”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku zarokên Efrînî yên ji 4 salan de derbider bûne, perwerdeya xwe bi zimanê Kurdî didomînin, ku tevî hemû guvaşên serdestan û zor û zehmetîyên derbiderbûnê lê fêrbûna bi vî zimanî berdewam dike.

Raporta Efrînê 15 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG