Şeve li Misirê, lê xwenîşander hêşta li ser cadên Qahîre û Alexanderye xwenîşadana diken û pîte bi biryara hikûmetê bo berbend kirina hatin û çûnê nakin.
Ajansa Associated Press dibêjit, raportên nû radgehînin li ser dizîn û talan kirin û agir berbûna çend deverên Qahîre, ji wan supermarketeka mezin li paytextî.
Li heman dem, xwenîşanderên dijî biryara serok Hosnî Mubarek ku biryar daye demê serokatiya xwe bi dûmahî bînit, soz daye ku roja Heynî xwenîşandanên mezin biken da serokî neçar biken demûdest derkevit.
Her roja Pêncşembî, Serbazên Misirê keftîne navbera xwenîşanderan û piştevanên hikûmetê li paytexta Misirê, ku li wêrê, spêda roja Pêncşembî dengê teqetifenga hate bihîstin piştî herdu aly bişerçûyn.
Çend tank nêzîkî Meydan Tehrîr li Qahîre hatine danan, li demê ku bi hezaran xwenîşandanên dijî hikûmetê li wêrê kombûn.
Yêk ji tankan li ser pirekê rawesta, ku li wêrê piştevanên serok Hosnî Mubarek roja Pêncşembî bi ber û kevran dana xwenîşanderên dijî hikûmetê ku li bin pirê bûn.
Raport li ser zarê xelkî radgehînin ku dibêjin wan bi çavê xwe dît ku bi kêmî çar kes berî spêdê li alozkariyên vê dûmahiyê hatine kuştin.
Her roja Pêncşembî, serokwezîr Ehmed Şefîq daxwaza lêborînê kir jiber lêkdanên roja Çarşembî, demê piştevanên rêzdar Mubarek çûyne Meydana Tehrîr û bersîngî xwenîşanderên dijî hikûmetê rawestîyan. Wî got, ew kiryar karesat bu û got careka dî dubare nabit.
Li konferansa dengûbasan ku li televizyona dewletê hate belav kirin, rêzdar Şefîq herweha got, wî dest bi danûstandinan digel endamên komela hevrik kirye.