Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşanderên Fîlîstînî Bi Solan Êrîşî Ban Ki-moon Kir


Xwenîşandêrên Fîlîstînî bi Solên xwe êrîşî Ban Ki-moon dikin
Xwenîşandêrên Fîlîstînî bi Solên xwe êrîşî Ban Ki-moon dikin

Xwenîşanderên Fîlîstînî yên ku bi sîyaseta Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon ne razî ne, bi sol, şiv û keviran êrîşî wî kirin, dema birêz Ban jibo serdaneke kin dihate Kerta Gaza'yê.

Nêzîkî 40 xwenîşandêr ku di nav wan de xizmên girtîyên Fîlîstînî yên li Îsraîlê jî hebûn, rêya otomobîla birêz Ban birîn. Wan sloganên qerîyan û dirûşmên ku rexne li birêz Ban digirin, bilind kirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon bang li Îsraîlê kir ku sîyaseta xwe ya dijî Gaza'yê sist bike û bihêle Fîlîstînî bi serbestî hatin, çûyîna Gazayê bikin.

Birêz ban her wiha bang li Hamas'ê kir ku nema ji Fîlîstînê roketan bavêje Îsraîlîyan. Wî got, kuştina sîvîlan bi ti awayî nayê qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG