Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Xwenîşanderên li Îspanya Maska Mecbûrî Protesto Kirin


Bi sedan xwenîşanderan li Madrîd ya paytexta Îspanya maska mecbûrî û tedbîrên din yên dijî vîrusa korona protesto kirin.

Xwenîşanderên ku di ser bangên ji medya civakî re li hev kom bûbûn, bi alake mezin ya Îspanya li pêş Plaza Colon ya li navenda Madrîdê sekinîn.

Wan pankartên ku li ser ‘’Vîrus Tune’’, ‘’Mask Dikujin’’, ‘’Em Natirsin’’ hatibû nivîsîn hildan.

Li gor qanûnên Îspanya, li derên vekirî yên bo bîragiştî karanîna maskan mecbûr e, lê xwenîşanderan mask nedan ber rûyên xwe.

Hikûmeta Îspanya derketina derve bo sê mehan sînordarkiribû û ew tedbîr di 21’ê Hezîranê bi dawî bûbûn ku ji wê demê vir ve li wî welatî pêketinên nû yên vîrusa korona zêde dibin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îspanya pirtir ji 340,000 kes bi vîrusa korona ketine û 28,617 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG