Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 14 Xwenîşander li Necefê Hatin Kuştin


Li Necef ya li başûrê Îraqê bi kêmî ve 14 xwenîşander ji alîyê karbidestên ewlekarîyê ve hatin kuştin.

Xwenîşanderan agir berdabûn konsulxaneya Îranê ya li Necefê û li wi bajarî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

AFP’ê ragihand ku bi kêmî ve 50 kes di proestoyan de birîndar bûne.

Ajansê ji zarê jêderên nêzî karbidestên ewlekarîyê û doktoran da zanîn ku xwenîşanderan kontrola du piran bi dest xistine û karbidestên ewlekarîyê bi guleyan êrîş birine ser wan.

Artêşa Îraqê da zanîn ku bo çêkirina ewlekarîyê, bi çavdêrîya walîyên navendên krîzên hatine avakirin.

Protestoyên dijî karbidestên hikûmeta Îraqê di 1’ê Cotmehê de jiber xizmetên kêm, bêkarbûn û perexwearinê destpê kiribûn.

XS
SM
MD
LG