Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên li Sudanê de Herî Kêm 40 Kes Hatine Kuştin


Doktorên Sudanê îro Şemîyê ragihand ku di xwepêşandanên dijî darbeya leşkerî de, hejmara kuştiyan giheştiye herî kêm 40 kesan.

Hevdem, wan got ku ciwanekî çend roj berê gule li serê wî ketîbû jî, jîyana xwe ji dest daye.

Li gor doktaran, xwepêşandanên roja Çarşema borî yên herî kujer bûn ku hejmara kuştîyan heya niha wek 16 kesan hatiye tomar kirin.

Her wiha wan da zanîn ku piranî ya kesên ku roja Çarşemê hatin kuştin li Bakurê Xartûmê bûne.

Karbidestên polîs ev îda yên ku guleyên rastîn bikar anîne red dikin û dibêjin wan bo belavkirina xwepêşandêran "hêza herî kêm" bikar anîye.

Polîs dibêje ku wan tenê yek mirineke tomar kiriye, di nav xwepêşanderan de li Bakurê Xartûmê.

Amerîkayê roja Înê binpekirinên mafên mirovan yên kujer şermezar kir.

Peyvdarê Wezareta Derve yê Amerîka Ned Price di daxuyaniyekê de got: "Em bang dikin ku berpirsên binpêkirinên mafên mirovan, tevî karanîna hêza zêde ya dijî xwepêşanderên aştiyane,pirsîyar bihên girtin."

Washiıngtonê destnî şan kir ku divê Sudanî "bêyî tirsa tundûtûjiyê ramanên xwe bînin ziman", û bang kir ku kesên ji dema darbeyê vir ve hatine girtin serbest bihên berdan.

Generalê Sudanê Ebdulfetah el-Burhan di 25'ê Cotmehê de rewşa awarte ragihandibû, hikûmet hilweşan dibû û rêvebirên sivîl desteser kiribûn.

Darbeya leşkerî pêyvajoya derbazbûna bo serweriya sivîl ya piştî du salan serûbin kir û ew jî bo sedema şermezarkirin û toleyên navneteweyî, û her wiha xelk tûre kir ku dakevin kolanan.





XS
SM
MD
LG