Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Aloziyên li Îraqê Û Çarenivîsa Xwepêşandanan


Protestoyên Îraqê

Zêdetirî 100 roj, bi ser xwepêşandanên Îraqê de derbazbûn, zêdetirî 500 kes hatine kuştin û nêzîkî 20 hezar kes birîndar bûne, lê heta niha xwepêşandanan bersiv û encamek ji hikûmeta Îraqê negirtîye.

Doh Duşemê pêlên nû yên xwepêşanderan ketin kolan û cadeyan li paytext Bexda û hejmarek bajarên navend û başûrê Îraqê.

Di qunaxa nû ya xwepêşandanan de, Duşemê 4 kes û roja Sêşemê jî 2 kes hatin kuştin, xwepêşander û xelkê nerazî dibêjin, heta armancên wan bi cî nehên ew dest ji meşên protestoyî bernadin.

Xelkê nerazî yê Îraqê li roja 1ê Oktobera sala 2019an bo cara yekê li dij gendelî û lawaziya desthilatê dest bi xwepêşandanan kir, ji wê roja heta îro meş û pêlên xwepêşandanan li bajarên Îraqê bi taybet li paytext Bexda tên dom kirin.

Hin caran xwepêşander rastî gulebarandinê hatine û bûyera, pira "Sinek" li paytext Bexda bûyera herî bi kuştin û xwînî bû, dema ku grûbên çekdar bi şev gule berdabûn xwepêşanderan hejmarek kes hatbûn kuştin.

Dihat texmîn kirin, ku piştî kuştina fermandarê Îranî yê leşkerê Qudisê Qasim Sulêmanî û Ebu Mehdî El Muhendis cîgrê fermandarîya Heşda Şaabî, di derbeyeka esmanî ya Amerîka de li Bexda xwepêşandan êdî dê bêdeng bin û nikarin jiber grûbên çekdar yên girêdayî Îranê meşên proterstoyê encam bidin.

Bernama Hest û Helwest, mêhvandarîya berêz Yunadim Kina Endamê Parlemena Îraqê ji fraksyona Rafîdeyin ji Bexda û berêz Têlî Emîn Parêzer û Nivîskar ji bajarê Duhok kirin.

Yunadim Kina Endamê parlemena Îraqê - Rafîdeyin
Yunadim Kina Endamê parlemena Îraqê - Rafîdeyin

Pêşî berêz Yunadim Kina got, destpêkê me got, xwepêşandanên bê proje, bê rêveberî arasta wê dê ber bi ciyekî nediyar ve çît û hin kes dê ên wan xwepêşandan bo berjewendiya xwe bikar bînin.

Kina herwiha dibêje, dema ku hêzên Amerîka û biyanê ji Îraqê derkevin, tiştên xerab dê biqewimin û xûdê dizane kanê dê rewşa Îraqê çi besrî bihê.

Herwiha berêz Têlî Emîn da zanîn ku destpêkê partiyên siyasî yên Şîia mezheb, yên di desthilatê de, di xwestin xwepêşandanan di berjewendiya xwe da bikar bînin, lê piştî ku wan dît, xwepêşander wan jî naxwazin û li dij desthilata wan ya gendele, heman partiyên desthilatê îcar li dij xwepêşandanan rawestîyan.

Têlî Emîn Parêzer Û Nivîskar
Têlî Emîn Parêzer Û Nivîskar

Berêz Têlî Emîn dîsan dibêje, weha xûyaye ku partiyên ji derve û welatên dewrûberê Îraqê piştî herfiandina rejîma Sedam hatin ser desthilatê li Îraqê, armanca wan ne ava kirina û rêveberîya gel bû, ew partiyên mezhebîne û girêdayî Îranêne û bû Îranê kar dikin, ne bo Îraqê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:28:27 0:00


XS
SM
MD
LG