Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Azadîya Rojnamevanîyê li Herêma Kurdistanê û Astengîyên Pêş Rojnamevanan


Girtina rojnamevan û çalakvanan li Herêma Kurdistana Îraqê
Girtina rojnamevan û çalakvanan li Herêma Kurdistana Îraqê

Dema ku berpirsên pile bilind yên hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaza azadîya ramanê û azadîya rojnamegeriyê dikin, lê di heman dema xwepêşandan û alozîyan de herdem rojnamevan ji alîyê hêzên asayîşê ve tên armanckirin û girtin yan jî rê li ber wan tê girtin ku bûyeran bişopînin.

Li gor yasaya azadiya rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê maf bi rojnamvenan hatiye dan ku xwe bigehînin pêzanînan û bûyeran bişopînin, lê berevajî wê yasayê serederî li gel wan tê kirin û rojnamevan rastî astengiyan tên.

Roja Şemîya derbasbûyî dema ku Newey Niwê (Nifşê Nû) ku alîyekê opozisiyonê ye li herêma Kurdistanê û daxwaza xwepêşandanekê kirbû, li gor pêzanîn û belgeyên Navenda Metro 78 binpêkirin li dijî 60 rojnamevan û kenalên ragihandinê hatine kirin dema ku dixwastin xwepêşandanan bişopînin û biweşînin.

Li gorî pêzanînên Navenda Metroyê li sê parêzgehên herêma Kurdistana Îraqê 26 rojnameger hatine girtin, û nehiştine 16 rojnameger protestoyan bişopînin û biweşînin, 8 rojnameger bi gaza rondikrêj birîndar bûne û alavên 23 rojnamevanan jê hatine standin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û avêtine ser mala 4 rojnamevanan.

Arşîv: Xwepêşandan l iHerêma Kurdistanê - Bajarê Silêmaniyê
Arşîv: Xwepêşandan l iHerêma Kurdistanê - Bajarê Silêmaniyê

Koordînatorê Navenda Metro ya Tevgera Azadî ya Derbirînê Rahman Xerîb ji Dengê Amerîka re axivî û got: "Li Hewlêr û Duhokê hejmarek rojnamevan hatine girtin û piştî xwepêşandanan serbest hatine berdan, da ku xwepêşandanan rûmal nekin, lê li Silêmaniyê di xwepêşandanê de rojnamevan hatin girtin û rojek beriya xwepêşandanê hin çalakvan hatin girtin."

Rahman dîsan dibêje "Girtina rojnamevanan û birina telefonên mobayîl û alavên wan yên rojnamegeriyê, piştre şîfreyên wan girtin û vekirina telefonên wan yên mobayîl bi zori hatine vekirin ku ev li dijî qanûn û destûrê ye."

Rahman Gharib
Rahman Gharib

Li Herêma Kurdistanê, serederiya li gel rojnamevan û karê rojnamegeriyê ji berê xiraptir bûye, bi awayekî weha ku vê carê bi zorê şifreyên telefonên wan ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine vekirin û ketine nava datayên wan yên şexsî.

Nûçegîhana Dengê Amerîka li Silêmaniyê Sinur Kerîm ku derbarê xwepêşandanan roja Şemiyê kete di weşana zindî ya Dengê Amerîka de, derhal hêzên ewlekariyê weşana wê birî û ew desteser kir, ew dibêje; "Ez û kamîramen girtîn û birîne zîndanê, bi zorî şifreya telefona min, ji min stand, hin pirs ji me kirin ciyê matmayînê bûn, wan pirsan ti têkiliyek bi karê me re nebû.

Navê dayîk, bav, xûşk û birayan ji me dibpirsîn, navnîşana mal û rengê otomobîla me ji me dipirsîn, dipirîsn kanê we bexçe û zevî hene yan na, di gotin hûn cigaran dikêşin û alkohulê vedixûn yan na, pirsên wan gelk ecêb bûn. "

Sinur Kerîm piştî 2 demjimêran hat azad kirin wê got "dema em serbest berdan, telefonên mobayîl nedan me, me jî red kir ku ji girtîgehê derkevin heta ku telefonên me nevegerînin, min ji wan re got, we gelek sivikî bi me kir, hûn çûna nava datayên telefonên me yên şexsî, ku tiştê me yê taybet tê de hene û ev jî ne mafê we ye hûn tiştek weha bikin, paşî telefonên me dan me."

Çendîn rojnamevanên girtî her roja Şemiyê hatin berdan, lê rojnamevan Abdullah Ehmed, Sernivîserê rojanma malpera Kurdnews, çend rojan ma di girtîgehê de û îro Sêşemê hat berdan.

Semîr Hewramî peyvdarê Qubad Talebanî, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê gote Dengê Amerîka "Piştî ku xeberê desteserkirina rojnamevanan gehiştî Qubad Talebanî, di roja xwepêşandanê de rasterast Qubad daxwaz ji hêzên asayîşê kir ku derhal rojnamevanên girtî serbest berdinû nabe yek rojnamevan girtî bimîne, rojnamevan paşî hatin berdan."

Pêşwext Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî gotbû"Zîndan ne cihê rojnamevanan e, her tim ew li dij bû ku rojnamevan bihên girtin yan siza dan." Weke Semîr Hewramî peyvdarê Qubad Talebanî dibêje.

Di heman demê de, Ahmed Zêbarî Nûçegihanê Dengê Amerîka li Hewlêr got "Hêzeke zêde ya asayîşê bi cilên leşkerî û medenî, em jihev belav kirîn, ne tenê rojnamevan, kesên sivîl jî digritn her kesê ku telefona xwe deranî baye jibo wênegirtinê, ew dihatin girtin."
Roja Înê ya derbazbûyî nûçegihanê NRT TV li Duhok hat girtin û roja Şemiyê jî 3 karmendên NRT û nûçegihanê kenalê KNN yê girêdayî tevgera Goran li Hewlêr hatin girtin.

Awat Ali
Awat Ali

Awat Alî, Rêveberê NRT, gote Dengê Amerîka "Li Duhok 2 rojnameanên me hatine girtin û li Hewlêr jî 3 rojnamevan û li Silêmaniyê jî 6 rojnamevan û karmendên NRT hatine desteser kirin."

Her yek ji Konsulxaneya Amerîka û Brîtanya li Hewlêr, karê asayîşê li gel rojanmevanan hatî kirin şermezar kirin, roja Sêşemê 9ê Tebaxê 2022ê. Şandeke Netewên Yekgirtî, ligel hejmarek rojnamegerên desteser kirî li avahiyê Navenda Metro li Silêmaniyê rûniştin.

Sinur Kerîm nûçegihana Dengê Amerîka li Silêmaniyê beşdarî di civînê de kir û got"Her çi binpêkirinek li dij me hatî kirin, me ji şanda NY re got, wan jî her tişt li cem xwe tomar kir."

Omeêd Khoşnaw Parêzgarê Hewlêr
Omeêd Khoşnaw Parêzgarê Hewlêr

Ji hejî bîrxistinê ye ku Parêzgarê Hewlêr Umêd Xoşnaw di daxyunaiyeke taybet de ya raportvanê Dengê Amerîka li Hewlêr got "Yên ku hatine girtin, helbet di çarçevê qanûnê de hatine girtin ku nahêlin xwepêşandanê bikin, jiber ku ew xwepêşandan xelkê han didin da ku asayişa bajêr têk bidin û bê goman jî di çarçeva qanûnê de reftar bi wan re hatiye kirin."
Parêzgar gotiye muleta yasayî ya xwepêşandanê nehatbû wergirtin, jiber wê yekê rê nehate dan ku xwepêşander dakevin kolanan.

XS
SM
MD
LG