Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ewlekarî yên Îranî Dijî Xwepêşandanan Çekan Dixebitînin


Hêzên ewlekarî yên Îranê êvara Yekşemê di dema xwepêşandanên jiber kêmbûna avê yên li başûrê rojavayê Îranê de dijî çalakvanan çek bi kar anîn.

Ev bûyer di nerazîbûnên herî dawî yên piştî xwepêşandanên nerazîbûnê ye ku bi rojan didomin û herî kêm kesek tê de hatiye kuştin.

Vîdyoya ji Ajansa Nûçeyan ya Aktîvîstên Mafên Mirovan ji hêla Çalakvanên Mafên Mirovan yên li Îranê ve gulebarankirina polîsan ya li herema Susangerd nîşan dide.

Bajarê Susangerd ya li eyaleta Xuzistanê di demên dawî de bûye wek sembola navenda xwepêşandanan.

Di vîdyoyê de xuya dike ku polîsekî ber bi esman gule davêje û herî kêm dengê guleyeke din jî tê bihîstin û polîsên ser motorsîkletan dijî xwepêşanderan guleyan direşînin.

Li eyaleta Xuzistanê ku piranîya şênîyê wê Ereb in, di rojên dawîyê de xwepêşandanên dijî desthilata Îranê ya Şîa didomin.

XS
SM
MD
LG