Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganiyên li Ser Sinorê Pakistanê Asê Mane Daxwaza Vekirina Sinor Dikin


Sinorê di navbera Pakistan û Afganistanê de
Sinorê di navbera Pakistan û Afganistanê de

Roja Yekşemê 100an Afganiyên ku li aliyê Pakistanê li ser sinor astê mane xwepêşandanek encamda û bi kevir û daran li dij hêzên ewlekariya sinorî nerazîbûn nîşan da û daxwaza cardî vekirina sinor kirin.

Hêzên parastina yasayê gazên rondikrêj li dijî xwepêşanderan bikar anî da ku wan ji hev belav bikin.

Abdul Manan yê 62 salî got, "Hemî mirovên ku li vir asê mane di nav bextreşiyek mezin dane. Em tenê dixwazin delevîke biçûk bidin me, da ku em hemî vegerin ser mal û warên xwe. Me xwepêşandan kir ji ber ku her kes ji girtina vir nerazîye. Serma dijwar me wêran dik."

Nêzî sê hefte ye ku sînor girtî ye. Karbidestên Pakistanî got ku sînor demkî hate girtin jiber tirsa pêla Afganîyên ku hewil didin welatê ji xwe derkevin piştî ku Talîban di Tebaxê de li Afganistanê bû desthilatdar.

Deriyê sînorî yê Chaman, duyemîn mezintirîn xala sînorî ya bazirganî ya bi Afganistanê re ye, piştî bajarokê bazirganî Torxam li Xeyber Paxtunxwa yê, û wê bi Spin Boldak ve girê dide ya ku li parêzgeha Kandahar ya Afganî ye, û ji hêla hezaran kedkaran û bazirganan ve ji her du welatan tê bikar anîn.

Deriyê Chaman-Spin Boldak ji bo Pakistan û Afganistanê dahatek mezin peyda dike. Rojane nêzîkî 1,000 kamyonên barhilgir yên bazirganîyê di demên rihetiyê de sînorê di navbera her du welatan de derbaz dikin.

XS
SM
MD
LG