Bi dehan xwepêşander roja Yekşembî li pêş wezareta navxwe ya Erebistana Siyûdî kom bûn û daxwaza azad kirina girtîyan dikin ku bêy dadgehî kirin hatîne girtin, li gor gotina xwepêşanderan.
Xwepêşanderan daxwaz kir ku bi wezîrê navxwe Mîr Muhemed Bin Nayîf re kom bin; belê daxwaza wan hat red kirin.
Xwepêşandan li Erebistanê hatîye berbend kirin û karbidest rijd in ku bersingê her alozîyekê bigirin. Rewşa welatên cîranên Erebistanê aloz in, bi taybet Behreyn.