Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandan û Hilbijartin li Misirê


Xwepêşanderên tûre roja Eynî li Qahîre û Eskenderîye rijîyane ser şeqaman, li dijî biryarek dadigeha bilind ku gelek kes mîna pêngavekê ji layê paşmayîyên rijîma berê ve dibînin.

Bi hezaran kes li meydana Tahrîr ya Qahîre rêpêvan kirin û kerba xwe li dijî serokwezîrê çaxê Hosnî Mobarek yê ladayî, Ahmed Şefîq nîşan dan yê ku dixaze bibe serokê welatî, û goman tên kirin beşek bit ji pîlanek mezintir ya paşmayîyên rjîma berê.

Li ser şeqamên Eskenderîye jî xelkê daxwaza keftina Şefîq û desthilata leşkerî kirin.

Kêşe û alozî ewey roja Pêncşemê li Misirê bilind bûne li ber biryara Dadigeha Destûrîya Bilind ku goman xistin ser paşeroja serhildana Misirê.

Ew biryar qanûnek pesendkirî ji layê parlemana piranî Îslamî ve pûç dike ku rêk digirt ji karbidestên hikûmeta berê ya Mubarek wek birêz Şefîq ku bibin serokê welatî.

Wê dadigehê ya ji demê desthilata Mubarek ve may dazanîn hinek kes di parlemana nû de bi neqanûnî hatine hilbijartin û daxwaza betal kirina parlemana nû kir.

Hinek Îslamîyên ple bilind civata leşkerî ya desthilatdar tawanbar kirin ku wê dadighê wek amîrekê bo kodetayekê bikar tîne.

Hejî gotinê ye ku gera duhem ya hilbijartinên serokatîyê îro Şemê û Yêkşemê dê birêve biçin, tê de rêzdar Şefîq û Mohamed Morsî yê ser bi Ixwan el Muslimîn berêkanêya hev diken.

XS
SM
MD
LG