Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Hezaran Kes Girtina Parlamenterê Hevrik Protesto Dikin


Bi hezaran kes li mezintirîn bajarên Tirkîyê derketin kolanan ku girtina parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Enîs Berberoglu protesto bikin.

Dadgeheke Tirk roja Çarşemê bi sedema sixurîya dijî dewletê, 25 cezayê zindanê li Berberoglu birîbû, bi sedema ku wî hin dîmen dabûn rojnamevan Can Dundar ku nîşan dida endamên îstixbaratê çek dişînin Sûrîyê.

Berberoglu parlamenterê yekê yê ji CHP'ê ye ku piştî hewila darbeya leşkerî hate girtin. Heta niha pirtir ji 50,000 kes hatine zindanî kirin û dora 150,000 kes ji karên xwe hatine dûrxdistin yan qewitandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û 10 parlamenterên wê ji, bi îdiayên tawanên terorîzmê, ji sala borî vir ve girtîne.

XS
SM
MD
LG