Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şahoz Hesen: Emê li Ser Navê Rêvebirîya Xweser Beşdarî Civînên Soçî Bibin


Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen
Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen

Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku ewê ji civînên ser Sûrîyê yên ku Kurd beşdar nebin ti encam dernekeve.

Şahoz Hesen dîyar kir ku ‘’divê neyê ji bîr kirin ku Kurd û pêkhateyên din yên li bakurê Sûrîyê tev dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) serkeftineke mezin bi dest xistine’’

Hesen da zanîn ku ew ji alîyê Rûsya ve bo civîna li Soçî hatine vexwendin û ew dixwazin beşdarî kombûna li Cenevrê jî bibin.

‘’Jibo Soçî daxwaz heye ku em lê amade bibin. Me eşkere gotibû ku, emê wek partî yan kesayetî li wir amade nebin. Emê li ser navê rêvebirîyên xweser yên li herêmên Efrîn, Kobanî û Cezîre beşdar bibin’’ Hesen got.

Şahoz Hesen dîyar kir ku ewê meclîsên bajarên nû hatine rizgar kirin yên wek Reqa, Minbic jî beşdarî civînê bibin.

Hevserokê PYD’ê da zanîn ku ewê Soçî bo hevdîtinên li Cenevre gavek be û got ku ew dixwazin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bo beşdarbûna Kurdan li wê civînê gavên pratîk biavêje.

Şahoz Hesen bi berdewamî dîyar kir ku Tirkîye dixwaze ku ‘’rê li ber projeyên demokratîk yên Kurdan bigire’’ û ger ew êrîşî axa Efrînê bike wê bi ‘’berxwedenake mezin’’ rû bi rû bimîne.

Hesen da zanîn ku ewê di rojên pêş de hilbijartinên herêmî jî li dar xînin û ew jî nîşan dide ku hemî pêkhateyên li bakurê Sûrîyê sîstemeke demokratik çêkirine û ew dikare jibo hemî axa Sûrîyê bibe model.

XS
SM
MD
LG