Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Taybet ya Ser Salvegera Yekê ya Rêvebirîya Xweser li Rojava


Serokwezîrê Kantona Cezîrê Ekrem Hiso û karbidestên din

Bi helkeftina salvegera ragihandina Rêvebirîya Xweser a Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, ahengek li bajarê Qamişlo li darket.

Di ahengê de hemî berpirsên Rêvebirîya Xweser û partîyên di rêvebirîyê de û hejmarek mezin ji mêvanan amade bûn.

Derbarê metirsîyên ser Rêvebirîya Xweser, mîna êrîşên dawî li bajarê Hesekê ku rêjîm êrîşan dibe ser Kurdan, Serokwezîrê Kantona Cezîrê birêz Ekrem Hiso ji Dengê Amerîka dibêje:

"Em ji rêjîma Esed re dibêjin ku em bi miletê xwe xurt in ."

Wezîrê Kristîyan di Rêvebirîya Xweser de , Senherîb Bersûm ji rewşa gelê Suryanî li Rojava şîrove kir.

"Li ser bingeha wekhevîya pêkhatan li Rojava Rêvebirîya Xweser hatîye avakirin û em li dijî rêjîmê û terora DAÎŞ xebata xwe bidomînin, mil bi mil bi gelê Kurd re."

Cîgira Wezîrê Karê Derve ya Kantona Cezîrê Emîna Oso ji li ser destkeftîyên Rêvebirîya Xweser axivî :

"Rêvebirîya Xweser bi navê xwe tê vexwendin ji bo kongreyên navnetewî mîna Moskow û Qahîre, ev serkeftinek mezin e jibo gelê Kurd "

Berpirsên Rêvebirîya Xweser di axaftinên xwe de tekezkirin ku serkeftina herî mezin prastina jîyana hevbeş di nav pêkhatên Rojava de û sala 2015’an wê sala destkeftîyên mezin bin.

XS
SM
MD
LG