Breaking News

Xxwenîşandêrên Yemenî Dixwazin Saleh Desthilatê Berde

Dîmenek ji xwepêşandanên li Yemenê
Dîmenek ji xwepêşandanên li Yemenê

Bi hezaran hemwelatîyên Yemenî destbi xwepêşandanên nû kir, li paytaxta wî welatî. Xwenîşandêr daxwaz dikin ku desthilata Serok Abdullah Saleh ya bi dehan salan bi dawî were.

Xwenîşandêr do Pêncşemê li çend taxên paytaxt Sana û li Zanîngeha Sana kom bûn û jibo guherîna hikûmetê xwepêşandan pêk anî.

Her wiha bi sedan xwenîşanderên alîgirên hikûmetê jî xwepêşandeke dijber kir.

Serokê Yemenê Abdullah Saleh ji 30 salan vir ve li ser desthilat e. Wî li sala 2007’an jinûve hate hilbijartin û guherênek di qanûna bingehîn de kir ku heta sala 2013’ê li ser deshilatê bimîne.

XS
SM
MD
LG