Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Hûsîyan de 14 Leşkerên Hikûmeta Yemenê Hatine Kuştin

Berpirsekî leşkerî yê nêzîkî hikûmeta fermî ya Yemenê ragihand ku Hûsîyên hevalbendên Komara Îslamî ya Îranê, di êrîşekê de li başûrê bajarê beravê yê Hudeydeyê 14 leşkerên hikûmetê kuştine.

Li gorî gotina wî berpirsî, hêzên hikûmeta Yemenê piştî çend demjimêran ji şer û pevçûnan, serê sibê roja Şemîyê, êrîşa Hûsîyan li devera Heys a li başûrê Hudeydeyê têk birine. Wî berpirsî herwiha da zanîn ku hejmarek ji hêzên Hûsîyan jî di şer de hatine kuştin an birîndarkirin, lê wî berpirsî tu hejmar eşkere nekirin.

Ev pevçûna nû di demekê de qewimî ku enîyên şer ên Yemenê piştî agirbesta Neteweyên Yekbûyî ya sala 2022'an, heta asteke mezin bêdeng bibûn.

Hûsî ji sala 2015'an ve li dijî hikûmeta Yemenê şer dikin û heya niha jî Senaa û beşekî mezin ji bakûrê Yemenê di bin kontrola wan de ne, di nav de jî Hudeyde ya li ser peravên Deryaya Sor.

Di salên borî de, ji bilî şerê navxweyî yê Yemenê, Hûsî bûne yek ji amûrên fişarê yên Îranê li ser rêyên deryayî yên navçeyê. Êrîşên moşekî û yên dron ên vî koma çekdar bo ser keştiyan li Deryaya Sor û Babûlmendebê bûne sedema astengkirina keştîvaniya cîhanî, û Amerîkayê jî çendîn caran Hêsî wekî gef li ser azadiya geştkirinê û ewlehiya hêzên xwe bi nav kiriye.

Herwiha ev koma çekdar di demên cuda de bi moşek û dronan Îsraîl û Erebistana Siûdî kirine armanc an jî gef lê xwarine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG