Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojamevan Yanardag jiber Gotinên Xwe yên Derheqa Rewşa Ocalan Hate Girtin


Merdan Yanardag
Merdan Yanardag

Berpirsê Giştî yê Weşanê yê televîzyona TELE1 ya Tirkî, Merdan Yanardag, ku daxuyanîyên xwe yên derheqa rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû desteser kirin, îro bi biryara dadgehê, bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê” kiriye hate girtin.

Yanardag çend roj berê di bernameyeke TELE1 de de gotinên parlamanterê AKP’ê yê Amedê, Galîp Ensarîoglu rexne kiribûn.

“Ensarîoglu dibêje ku % 95 ya pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin… Çima hîn xwîn dirije, çima hîn pirsgirêka Kurdî heye? Tiştekî wisa tuneye. Ew bi awayekî bêhiqûqî Selahattîn Demîrtaş li zindanê dihêlin… Li Tirkîyê demokrasî tuneye. Li vir rejîmeke antîdemokratîk û totalîter heye.”

Yanardag di axaftina xwe de behsa Ocalan kiribû û gotibû ku di hiqûqê de cîhê tecrîda ser wî tuneye.

“Cîhê tecrîda ser Abdullah Ocalan di hiqûqê de tuneye û divê ew were rakirin. Ew nikare bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Sîstemeke bi vî rengî ya cîhanîna cezayan dibe? Ocalan kesekî zana ye û pir pirtûkan dixwîne û sîyasetê rast şîrove dike. Ez qala kesekî wek Ocalan dikim ku 70 salîya xwe borandîye û ew 25 sal in li girtîgehê, di bin tenêhiştinê de ye.

Dadgehê îro Sêşemê bi îdiayên "pesandina sûc û sûcdaran" û "propagandaya rêxistina terorê" biryara girtina Yanardag da û ew ji girtîgehê re hate şandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Ocalan ji sala 1999’an vir ve li Girava Îmrali zindankirî ye û herî dawî Adara 2020’an da malbata wî bi Ocalan re hevdîtina rûbirû çêkiribû. Ew di Adara 2021’an de jî bi telefonê bi malbata xwe re peyîvîbû, lê ji wê dema heta niha malbat û parêzerên wî ti peywendî bi Ocalan re çênekirine.

Li Tirkîyê rojnamevan bi domdarî dibin armanca givaştin û tepeserkirinên dewletê. Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), di raporta Azadîya Ragihandinê de Tirkîye ji nav 180 welatên cîhanê de di rêza 153’an da nîşan dabû.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) jî di raporta xwe ya 2022'yan de Tirkîye, bi Îran, Çîn, Myanmar û Belarûs, di nava 5 dewletên ku herî zêde rojnamevan xistine girtîgehê, bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG