Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêjên Ser Encamên Hilbijartinên Stenbolê Didomin


Bajarvanê nû yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu

Piştî hilbijartinên xwecîhî, nîqaşên ser encamên wê berdewam dikin û taybetî li Stenbolê partîya desthilatdar AKP’ê, bi îdiaya hîle û sextekarî daxwaza dubarekirina hilbijartinan dike.

Parlamanterê CHP’ê yê berê û rojnamevan Bariş Yarkadaş dibêje ku belgeyên ku AKP’ê jibo îtîraza hilbijatinên Stenbolê dane YSK’ê bê bingeh in û bi temamî dijî hiqûqî ne.

“AKP dixwaze bi belgeyên xeyalî, wekî ku ew belgeyên hiqûqî bin, serî li YSK’ê dide û dixwaze li ser civakê bandor çêke. Eger ev îdîa rast ji bin berpirsa vê yekê ne CHP’ê ye.”

Yarkadaş bawer dike ku AKP bi vê îtîrazê ji YSKê dixwaze ku Stenbolê ji destê CHP’ê bistîne û radestî wê bike:

“Naveroka îtîrazê AKP’ê vala ye. Daxwaza AKP’ê ya nûkirina hilbijartinên Stenbolê bi awayê hiqûqî ne pêkan e.”

XS
SM
MD
LG