Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jîyan Bedirxan Peymana Navbera ENKS û Koalîsyona Sûrî Dinirxîne


KNC Kurd
KNC Kurd
Reaksîyon û gotûbêjên ser biraya Encumena Niştîmanî ya Kurdî ya beştarbûna Koalîsyona Sûrî berdewam dikin.

Di hevpeyîvna Dengê Amerîka de, pisporê hiqûqê ji Navenda YASA ya jibo Lêkolîn û Rawêjkarîya Yasayî Jîyan Bedirxan peymana navbera Encumena Niştîmanî ya Kurdî û Koalîsyona Sûrî ji alîyê hiqûqê ve şîrove dike.

Birêz Bedirxan sîyasetvanên Kurd rexne dike ku bêyî ku bi pisporên yasayî bişewirin
peymanên wiha girîng îmza dikin.

"Di qada yasaya navnetewî de her peyîvek, carna tîpek jî xwedîyê girîngîyeke mezin e loma jî divê kesên ku hiqûqê baş dizanin neveroka peymanan bibînin û erê bikin."

Hiqûqnasê Kurd bal dikşîne ku kesên ku teksta rêkeftinê îmza kirine, bi zanabûn xwe dûrî tiştên girîng kirine û li dora mijarên girîng gerîyane.

Kerem kin guhdarîya dirêjîya vê hevpeyvêna bi birêz Bedirxan bikin

please wait

No media source currently available

0:00 0:11:48 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG