Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yaşar Kaya: Ez Bawer Nakim ku Barzanî Here Kongreya BDP'ê


Rewşenbîrê Kurd Yaşar Kaya ku ji demekê vir ve nexweş e zêde di medyaya Kurdî de xwane nabe.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rûsipîyê Kurd Kaya re kir û li ser çend mijarên girîng nêrînên wî pirsîn.

Yaşar Kaya derheqa rewşa Kurdan ya li Tirkîyê dibêje, hikûmeta Erdogan gavên baş davêje, lê Kurd nikarin bersîva wan gavan bidin.

Sîyasetvanê dêrîn Kaya behsa pişikdarîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ya kongreya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dike û wê yekê pir girîng nav dike.

Birêz Kaya dibêje, kekê Mesud di sîyaseta Rojhilata Navîn de êdî bûye aktorekî pir girîng û qiymeta ku dane wî jî nîşana wê yekê ye.

Serokê Giştî yê berê yê Partîya Demokrasîyê (DEP) Yaşar Kaya rexneyên tund li Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) dike ku nikare sîyaseta Kurd bi serketî rêve bibe.

Yaşar Kaya her wiha dibêje, Abdullah Ocalan jî ji PKK û BDP'ê nerazî ye, loma jî naxwaze bi wan re dan[standinana bike û bi awuqatên xwe re hevdîtinan nake.

Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG