Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Konseya Ewrupa Costa Dibêje Serwerîya Danîmarka jibo YE Pir Girîng E


Serokê Konseya Ewrupa Antonio Costa îro Çarşemê got ku serwerîya Danîmarka jibo Yekîtîya Ewrupa mijareke pir girîng e.

Costa ji Euronews re got ku ku axa Danîmarka, serwerîya wê, aramîya sînorên wê, jibo wan bê guman mijarek bingehîn e.

Berê jî berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupî Kaja Kallas gotibû kuewê li ser Greelandê danûstandinê nekin.

Serokê Amerîka Donald Trump gotibû ku Greeland jibo ewlehîya Amerîka pir girîng e û divê Danîmarka dest ji kontrola Girava Arktîk a stratejîk berde.

Hans Louis Petersen, ku xwendekarekî 20 salî ye, piştgirî dide alaqaya Serokê Amerîkî Donald Trump ya ser Greenlandê
Hans Louis Petersen, ku xwendekarekî 20 salî ye, piştgirî dide alaqaya Serokê Amerîkî Donald Trump ya ser Greenlandê

Serok Trump herwiha gotibû ku karanîna hêza leşkerî û aborî jî di nava bijareyên wî de ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Girava Arktîk herêmeke Danîmarkî ya nîvxweser e û bingeheke herdemî ya leşkerîya Amerîkî xwedîyê li bakurê rojavayê wê giravê heye ku wek sîstema hişyarkirina zûdemî ya mûşekên balîstîk dixebite.

NATO û Danîmarka di civînekê de Roja Sêşemê li ser xurtkirina berevanîya Arktîkê li hev kiribû ku û Kopenhagê soz dabû ku ewê lêçûnên berevanîya Arktîkê bi 2 mîlyar dolaran zêde bike.

Greeland û Danîmarka her du jî bi eşkereyî gotibû ku Girava Arktîk ne jibo firotinl ye û serokwezîrê Greelandê Mute Egede gotibû ku divê gelê wê bi xwe biryara siberoja xwe bide.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG