Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa Kaja Kallas îro Duşemê got ku ew danûstandin li ser Greenlandê nakin.
"Em li ser Greenlandê danûstandinê nakin. Helbet em piştgirîya welatê xwe yê endam Danîmarka û herêma wê ya xweser Greenlandê dikin, lê divê em nekevin nava gotegotan," Kallas, piştî civîna wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupayê ji rojnamevanan re got.
Greenland û Danîmarka her du jî bi eşkereyî ragihand ku Girava Arktîk ne jibo firotinê ye, û Serokwezîrê Greenlandê Mute Egede gotibû ku divê gelê wê bi xwe biryara siberoja xwe bide.
Serokê Amerîka Donald Trump berî demekê gotibû ku divê ew jibo armancên ewlekarîyê Greenlandê kontrol bikin.
Jêder: Reuters