Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Pasdarên Îranê Dixe Lîsta Terorê

Arşîv: Pasdarên Îranê
Arşîv: Pasdarên Îranê

Yekîtîya Ewrupa îro Pêncşemê Pasdarên Şoreşa Îslamî li Îranê wekî rêxistineke terorîst binav kir, piştî serkutkirinên xwepêşandanên seranserî welêt ji alîyê rejîma Tehranê ve.

Li gorî daxuyanîyekê li ser malpera YE, Seroka Siyaseta Derve ya YE’ê Kaja Kallas got, " Serkutkirin bê bersiv nabe. "

"Wezîrên Derve yên YE gaveke biryarder avêtin û Pasdarên Şoreşa Îranê wekî rêxistineke terorîst binav kirin," Kallas got.


Wê herwiha di payama xwe de rejîmên zordar jî hişyar kir û got ku "Her rejîmek bi hezaran xelkê xwe bikuje, ew rejîm dê were hilweşandin."

Ji alîyê xwe ve, Seroka Komîsyona Ewrupayê Ursula von der Leyen got, rejîmek ku xwepêşandanan "bi xwînrijandinê" tepeser dike "terorîst" e.

Ursula di platforma X'ê pêşwazî li biryarê kir û got "Ez pêşwazîyê li rêkeftina siyasî ya li ser sizayên nû li dijî rejîma Îranê ya kujer dikim."

Wê got, biryara destnîşankirina Pasdarên Îranê weke rêxistinek terorîst her çendê dereng ma, lê ew pêşwazîyê li wê biryarê dike." Wê herwiha da zanîn, "Bi rastî jî wekî rejîmek ku xwepêşandanên gelê xwe bi kuştinê serkut dike Terorîst e."

Ursual got "Ewrupa di têkoşîna wêrek a ji bo azadîyê de li kêleka gelê Îranê ye."

Derbarê biyara xistina Pasdarên Îranê ya lîsta terorê, Fransa hinek dudil bû, lê li dawiîyê îro Pêncşemê biryar stand ku ew tevlî biryara YE bibe ku Pasdarên Îranê weke rêxistineke terorîst binav bike.

Ji bilî Yekîtîya Ewrupayê, Amerîka û Kanada jî pasdarên Îranê xistine lîsta terorê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku berî wezîrên Dereve yên YE biryara dawî bistînin, Seroka Siyaseta Derve ya YE’ê Kaja Kallas bo rojnamevana axivîbû û gotibû ew li bendê ne ku îro YE biryareke giring derbarê sizayên ser Îranê bistîne.

XS
SM
MD
LG