Komîseriya Yekîtîya Ewrupa dibêje, berpirsekî Ewrupî yê di asta bilind de gotiye, ewê 26 Adarê ligel serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicivin, Welatên YE serlêdana Tirkiyê ya di yekîtîyê de û pirsgirêkên heyî gotûbêj bikin.
Peyvdarê Komisyona YE Alexander Winterstein, Çarşemê gotiye, danûstendin dê tekezê liser " mijarên girng yên berjewendiyên hevpar yên herdu aliyan bikin û guherînên vê dawiyê yên li Tirkiy, pirsên yasayî û mafên bingehîn bi zelalî bihên gotûbêj kirin".
YE nerihet e jiber têkçûna rewşa mediyayê û ya dadweriyê li Tirkiyê, bi taybet, piştî hewildana derbeya leşkerî ya Havîna sala 2015an.
Civînên bi Tirkiyê re, dê li bajarî Varna yê Bulgarya ên encam dan, serokê Komisyona YE Jean-Claude Juncker û serokê Civata YE Donald Tusk û gelek berpirsên Yekêtiya Ewrupa, herwiha serok hikûmetê Bulgariya Boyko Borissov, dê beşdarî civînan bibin.
Li aliyekî din Ibrahim Kalin, peyvdarê serokê Tirkiyê roja Çarşemê ragihand û gotiye, Tirkiyê hemû belge û 72 mercên sefera welatiyên Tirkiyê bo welatên YE bê vîza ji berpirsên YE re şandine û her tişt amadekirye berî ku, li Adarê komcivîna hevbeş pêk bihê.