Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Çarşemê li Konferansa Rizgarkirina Ukrayna ya li Londonê ser piştgirîya bo Kîevê axifî.
Von der Leyen dîyar kir ku di demdirêjîyê de berpirsîyek taybet ya YE’ê heye jibo Ukrayna.
‘’Ev, berî her tiştî jibo hewcedarîyên demûdest yên Ukrayna ye. Lê em ser siberojê jî biaxifin. Ez bawer dikim ku berpirsîyeke taybet ya YE’ê heye.’’
Wê got ku Ukraynî ji wan re dibêjin ku ew jibo siberojê xeyal dikin ku ala Ewrupa li bajarên wan li ba dikeve.
Serokê Komîsyona Ewrupa got ku Ukrayna wê bêguman bibe endama yekîtîyê.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni jî do Sêşemê gotibû ku ewê piştgirîya jibo Ukrayna bidomînin.
Her du rêber dîyar kiribû ku wan ser domandina piştgirîya jibo Ukrayna li hev kiriye.
Ukrayna di demên dawî de êrîşan dibe ser hêzên Rûsî û hin herêman ji destên wan rizgar dike.
Pispor dibêjin ku operasyonên dawî yên Ukrayna dikarin zorê bidin Rûsya ku ew jibo aştîyê li maseye danûstandinê rûne.
Jêder: AFP, VOA