Dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Înê toleyên dijî Venezuela berfireh kirin.
Bi berfirehkirinê 15 endamên Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî ya Venezuela û hêzên darizandin û ewlekarîyê ketin lîsta toleyan.
Li Venezuela 69 kes ketina lîsta toleyên YE ku hebûnên wan hatine cemidandin û ew nikarin ber bi dewletên YE ve rêwîtîyê bikin.
Serokê Venezuela Nicolas Mador û hikûmeta wî toleyên Amerîka û ewên din her tim red dike.
Maduro dibêje armanca toleyan bi şerê aborî pûçkirina Venezuela ye û dîyar dike ku ew tedbîrên ne rêwa ne.
Hevbendên Maduro û ew berxwedanên dijî toleyan pîroz dikin û dibêjin di demên borî de jî bi tenê jiber toleyan dijwarîyên aborî çêbûne.
Jêder: Reuters