Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên YE'ê Dibêjin Bandora Serîrakirina Koma Wagnerê Hîn Didome


Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Pêncşemê dîyar kir ku Rûsya piştî serhildana Koma Wagnerê ketiye rewişeke bê îstiqrar.

Li gor karbidestên YE’ê bi serhildana leşkerên Wagnerê re qelsbûna Serokê Rûsya Vladimir Putin eşkere bûye û ev yek jî metirsîyê nîşan dide.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen dîyar kir ku bandora serîrakirina Wagnerê hîn didome.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’ê Josep Borrel jî got ku lawazbûna Putin metirsîyên hîn mezintir raber dike.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî dîyar kir ku bo ew ji serîrakirinê encamekê derxin hîn zû ye.

Stoltenberg got ku tevî ku ew nikarin şîroveyeke berfireh bikin jî ew dibînin ku serîrakirina Wagnerê li Rûsya hin derz li rêvebirîyê xistine.

Koma Wagner, ku li Ukrayna bi diravan şer dikir, di dawîya hefteyê de berê xwe da Moskowê û 200 kîlometreyan jî nêzîkî paytexta Rûsya bû.

Ew kom piştre bi navbeynkarîya Belarûsê ji serîrakirinê vekişî.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG