Welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê biryar dan ku Amerîkayê û pênc welatên din ji nav lîsteya rêwîtîya ewle ya YE, derxînin.
Ev biryar tê wê wateyê ku ew kesên serdana wan welatan dikin rûbirûyê pîvan û kontrolên tundtir bibin, mîna çêkirina testên COVID-19 û karantînayê.
Hevdem, Kosova, Îsraîl, Montenegro, Lubnan û Makedonyaya Bakur jî ji lîsteyê hatine derxistin.
Lîste hewl dide ku li seranserê YE pîvanên hevpar yên rêwîtîyê ava bike, lê ev biryar jibo welatên YE ne pêwîstîyeke, ew azad in ku polîtîkayên xwe yên sînor dîyar bikin.
Li aliyeke din Ajansa Assiciated Press, îro Duşemê ragihand ku li Wezareta perwerdê ya Amerîka lêkolîn tê kirin derbarê qedexeya karanîna maskan li 5 wîlayetên ku di dest Komariyan de ne, Wezareta perwerdê dişopîne ku wîlayetên weke Iowa, Oklahoma, South Carolina, Tennessee, û Utah çima maskan bi şêweke giştî li dibistanan qedexe dikin, herwiha nahêlin, mamoste û karmendên dibistanan jî maskan bikar bînin.
Wezareta perwerdê dibêje, ev biryara giştî ya qedexeya karanîna maskan li wan 5 wilayetan binpêkirina mafê wan xwendakrên astengbere û yên ku pirsgirêkên saxlemiyê hene.
Wezaret herwiha dibêje, ev dê bihêle ku hin xwendekar bi ewlehî nikarin herin dibistanê.