Yekîtîya Ewrupa (YE) roja Sêşeme jibo tekoşîna dijî mezinbûna pirsgirêka antîsemîtîzmê plansazîyeke berfireh, dîyar kir.
Beşa rêvebirîya YE, Komîsyona Ewrupa, plansazîya xwe di preskonferanseke li Strasbourg, Fransa, pêşkêş kir.
Plansazî ji stratejîyeke sê-alî yên sereke pêk tê: tekoşîna dijî nefret û tawanan, parastina çanda Cihûyan, û perwerdekirina gel ya di derbarê Cihûtiyê de.
Her wiha tê çaverê kirin ku karanîna plansazîyê bo deh salan were meşandin.
Li gor plansazîyê komîsyon dê diravdayînên YE bikar bîne ku piştgirîyê bide welatên endam da ku ew stratejîyên xwe yên neteweyî pêşve bixin.
Cîgirê Serokê Komîsyona YE yê bo Pêşvebirina Jiyana Ewrupa, Margaritis Schinas got, "antîsemîtîzm ne pirsgirêka Cihûyan e, lê pirsgirêka kesên antîsemîtîyane ye.
Margaritis Schina destnîşan kir ku tekoşîna dijî antîsemîtîzm pirsiyarîya wan tevahîya ye û antîsemîtîzm hemberî hemû xal û prensîbên YE ye.
Armanca plansazîyê, seranserê Ewrupayê bi rêxistinên Cihûyan re sazkirina toreke "destnîşankarên pêbawer" in da ku nefreta neqanûnî ya onlaynî were têk birin e.
Hevdem, rêberên YE wê bi kompanîyan re bixebitin da ku pêşî li pêşandan û firotina neqanûnî ya sembol, bîranîn û wêje ya Nazîyan ya onlaynî bigirin.
Ji bo parastina mîrata Cihûyan û bilindkirina hişmendiya li ser çand, jiyan û kevneşopiya Cihûyan dê gavên din werin avêtin.