Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE jibo Brexitê li Benda Biryara Parlamana Brîtanî Ye


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Charles Michel dîyar kir ku ew li bendê ne ku parlamana Brîtanya demûdest Brexitê bipejirîne.

Charles Michel, Rêberê Partîya Konservatîf Boris Johnson jiber serketina wî ya di hilbijartina pêşwext de pîroz kir û da zanîn ku ew bo peywendîyên nû yên bi Brîtanya re amade ne.

‘’Em dixwazin bi Brîtanya re hevkarîyeke xurt çêkin, lê yekîtîya bazara YE’ê jî girîng e’’ Michel got.

Michel dîyar kir ku ew dixwazin ku prosesa Brexitê kêlîyekê zûtir zelal bibe.

Partîya Konservatîf di hilbijartina pêşwext de 364 kursîyên parlamana bi 650 kursî bi dest xistine û Johnson dide zanîn ku bi vî awayî astenga li pêş Brexitê rabûye.

XS
SM
MD
LG